26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Bîlarûsya protokolek îmze kirin

Çavkanî: KDP.info

Bîlarûsya-KDP.info- Şandeke pile bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo dîvdaçûn û cihbicihkirina yadaştnameya jihevtêgiheştinê di navbera Kurdistanê û welatê Bîlarûsya, gihîşt wî welatî û protokolek ligel wan îmze kir.

Çarşema borî şandeke Hikûmeta Kurdistanê bo perepêdana pêwendiyên di navbera Kurdistan û Bîlarûsya deû cihbicihkirina wê yadaştnameya jihevtêgihiştinê navbera herdu aliyan, gihîşt wî welatî û ligel berpirsên wî welatî civiya.

Piştre şanda Kurdistanê ligel Hikûmeta Bîlarûsya civiya, ew jî bi mebesta îmzakirina protokolekê bo alîkarî û hevahengî û pevguhertina ezmûn û şarezabûn di ware pîşezasî û çandinî û bazirganî û xwendina bilind û teknelojya zanyariyê û geştûguzariyê û odeyên bazirganiyê û pêşxistina pêwendiyên navbera wan de.

Hikûmeta Bîlarûsya tekez kir ku welatê wê dixwaze pêwendiyên wê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê bihêz bin û zêdetir pêş bixe, herwiha rola Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û piştgiriya xwe bi gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Nûçeyên têkildar