25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi pêşniyara Hikûmeta Kurdistanê, PDKÎ û PKK dîsa dicivin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hefteya borî û bi destpêûxereriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDKÎ û PKKê bo çareserkirina aloziya di navbera xwe de civiyan û biryar e vê hefteyê careke din jî bicivin.

Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ, Mihemed Salih ji malpera KDP.info re ragihand: “Hefteya borî PDKÎ û PKKê civiyan û tê de biryar hat dank u civîn berdewam bin û nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin, lewma biryar e vê hefteyê jî careke din û bi beşdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîsa bicivin.”

Mihemed Salih wiha got: “Tevî ku hêj roja civînê nehatiye diyarkirin, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şêwir ligel herdu aliyan demekê diyar dike.”

Bi gotina Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ niha rewşa meydanî ya hêzên wan aram e û dê bi vî awayî bimînin heta encama gotûbêjan diyar bibe.

Nûçeyên têkildar