25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xesro Goran: Gellekî girîng e em yekdengiya xwe biparêzin..Bexda ji rêkeftinê vedigere

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de dibêje, tevî wan hemû wan nêrînên cuda ku di nava aliyên kurdî li Bexdayê de hene, lê dîsa me kariye yekdengî û yekhelwesta xwe li Bexdayê biparêzin.

Serokê Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de, Xesro Goran ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha jî hewl berdewam in bo avakirina hevpeymaniyeke navdewletî kurdistanî ku hemû hêz û aliyên siyasî li xwe bigire, lê heta niha deriyeke hevbeş nehatiye dîtin ku hemû alî li ser li hev bikin û tişta ku maye jî rûniştina hemû hêz û aliyan e û pêkanîna wê rêkeftinê ye.”

Goran wiha dibêje, tevî wan hemû wan nêrînên cuda ku di nava aliyên kurdî li Bexdayê de hene, lê dîsa me kariye yekdengî û yekhelwesta xwe li Bexdayê biparêzin.

Herwiha derbarê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de tekez kir ku Bexda ji rêkeftinê vedigere.

Nûçeyên têkildar