25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Balafiran li 3 aliyan li DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Lîwaya 12ê ya Wezareta Pêşmerge ragihand ku, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi tundî li çeper û navendên DAIŞê yên li nava Şingalê dan.

Fermandarê Lîwaya 12ê ya Wezareta Pêşmerge, Emîd Izedîn Sindî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê nîvro saet 12:00 balafirên şer li hersê aliyên rojhilat, rojava û navenda Şingalê, çeper û navendên DAIŞê dan ber bombeyan.”

Sindî wiha got: “Ji aliyê rojhilatê bajêr ve, balafiran li navçeya Solaxê li xaleke DAIŞê dan û di encamê de 12 çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Ji aliyê rojava û nava bajêr ve jî, cihek DAIŞê ku çekdarên wê xwe tê de vedişartin û xalek bûn armanca balafiran, ku di encamê de 10 çekdar hatin kuştin û doşkeke wan hat têkbirin.”

Çekdarên DAIŞê meha Tebaxê ya sala borî êrişî Şingalê kirin û ew dever kontrol kirin. Piştre 17 meha Kanunê di operasyonekê de bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 2700 km çargoşe ji devera Rebîeyê û heta Zûmarê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat kontrolkirin. Herwiha 20ê Kanunê gihîştin Şingalê û ji wê demê heta niha li wir şerê DAIŞê dikin.
 

Nûçeyên têkildar