25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo xortên Kurdistanê: Xwe ji bo paşerojeke geştir amade bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî daxwaz ji xortên Kurdistanê dike ku, xwe ji bo paşerojeke geştir amade bikin û rêgiriyê li belavbûna tunderewiyê bikin.

Bi helkefta salvegera damezrandina Rêxistina Azadiya Lawên Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî rêxitsina navborî kir.

Naveroka peyama Serok Barzanî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdar Sekreter û Endamên Sekreteriyeta rêxistina Azadiya Lawên Kurdistanê

Li şanzdeh saliya salvegera damezrandina rêxistina Azadiya Lawên Kurdistanê da, germtirîn pîrozbahiyê li we û tevahiya Endamên rêxistina we ya têkoşer dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.‌

Lawên Kurdistanê divê şanaziyê bi wê yekê bikin ku li dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê me da xwediyê zêdetirîn serweriyêne, bi sedema cangorî û qurbanîdana lawên me, gelê me bi xweragirî maye û gihîştiye azadiyê.

Niha jî ku gel û welatê me berev ruyê şerekî dasepawî ya dijminekî dirinde û dijî jiyan û azadiyê bûye, hemû çîn û tuwêjên gelê me bûne Pêşmerge û karîne efsaneya dirindetirîn dijmin li ser axa Kurdistanê têkbişkînin û şanaziyekî mezin ji bo gelê me tomar bikin, bi cûreyek ku niha hemû cîhan rêz û pêzanînên xwe ji bo azayetiya Pêşmerge û bihayên bilindên gelê me heye û navê Kurdistanê û Pêşmerge bûye sembola azayetî û pêkvejiyana aştiyane û azadiyê.

Hêvîdarim lawên Kurdistanê şiyanên xwe yek bixin û xwe ji bo paşarojeke geştir amade bikin. Pêwîste lawên Kurdistanê, wekî ku çawa li parastina Kurdistanê da pêşeng bûn, bi heman hesta Pêşmergan ve rê li belavbûna hizra tundrewiyê bigrin û wan hewlan berperç bidin ku ji bo bê îradekirin û lawazkirina hesta nîştîmanperweriyê li cem xort û ciwanên welatê me li holê daye.

Serbilind û serkeftî bin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
26/05/2015

Nûçeyên têkildar