Human Rights Watch: hinek zîndanên nihênî hene ji alîyê Nûrî Malikî ve tê serpereştîkirin
Rêxistina "Human Rights Watch" raporek belav kirîye, ku bi çendan zîndanên nihênî li Iraqê hene ji alîyê nivisîngeha serokê wezîrên Iraqê " Nûrî Malikî" ve tê serpereştîkirin.
Wek di evê raporê de hatîye, ku li devera kesik li Baxdadê zîndana Serbazîya Eşref, di dema çûyî de, nav û bangeka pir xirap hebû, ji ber vê çendê jî hukûmeta Iraqê ragihandibû ku wan ev zîndana han girtine.
Lê ji meha çila pêşîn sala 2011 a ve desthilatdarên Iraqê gelek helmetên girtinê encam dane û yek ji wan jî " Gava pêşdemî bo parastina rewşa ewledarîyê", gelek şayethalan ji evê rêxstine re ragihandin, ku çawa hêzên ewledarîya Iraqê mal bi mal li tax û gerekên Baxdad û bajêrên din digerin û lîsteka navan bi dest wane de ye û her kesekî navê wî di evê lîstê de hebe digirin.
Bi vê awayî bi sedan hevwelatîyên Iraqê hatine girtin û tevî vê çendê jî hukûmeta Iraqê eşkerekirina hejmar û nasnameya gitîyan û sedema girtinê û cih zîndankirina wan ret dike.
Herweha di evê derbarê de rêveberê evê rêxistinê yê li rojhilata navîn " Ço Stork" got, " bê fermana dedgeha û dûr ji yasa yan sedemeka berçav bo girtina wan, hêzên ewledarîya Iraqê, hevwelatîyên Iraqî digirin û winda dikin û pêwendîya bi dervere qedexe dikin".
Rêxistina "Human Rights Watch" daxwaz ji hukûmeta Iraqê kir, ku pêdivîye ew komîteyeka dadwerîyê pêkbihêne bo encamdan vekolînan li ser van bûyeran ku li zîndana Eşref yan li cihekî din tê encam dan.




