25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Tirkiyê piştgirî li serxwebûna Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Stenbol-KDP.info- Kurdên Stenbolê hatin ba hev û piştiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê  nîşandan.

Kurdên li bajarê Stenbolê ya Tikiyeyê hatin ba hev û bi daxuyaniyekî ya çapemeniyê ji bo gotina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî “Eger hûn pişta min bigirin û nakokiyên nav xwe çareser bikin ezê hema îro serxwebûnê ragihînim.” piştgiriya xwe nîşan dan.

Daxuyaniya çalakvanan bi kurdî û tirkî hat xwendin. Ya kurdî ji aliyêAbdulhakim Gunaydin ve, ya tirkî jî ji aliyê Irfan Burulday ve hat xwendin.

Abdulhakim Gunaydın destnîşan kir ku Başûrê Kurdistanê ev bû 100 sal berxwedana azadî û serxwebûnê dide û wiha domand: “Di vê sedsalê de kurdan gelek qurbanî dan, rastî karesatên mezin hatin û bedelên giran dan. Perû û xelata vê berxwedanê bê şik divê Kurdistaneke serbixwe be.”

Gunaydin anî ziman wextê Kurdistana serbixwe hatiye û mercên Rojhilatanavîn îro bi temamî di aliyê kurdan de ye û wiha got: “Eger îro nebe, dê sibe derengtir û zehmetir bibe.”

Gunaydin destnîşan kir ew daxuyanî û hewldanên Mesûd Barzanê rast dibînin û di demeke guncan de gavek baş avêt û em piştgiriya banga wî ya serxwebûna Kurdistanê dikin.

Nûçeyên têkildar