26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK di salvegera Şoreşa Gulanê de: Nexşeya Iraqê hatiye guhertin..Cîhan wek welatkî cihê baweriyê li Kurdistanê dinere

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 39emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê radighîne ku, di vê qonaxê de nexşeya siyasî ya dewleta Iraqê hatiye guhertin û welatên xwedî biryarê û navendên biryar û siyasî yên cîhanê û siyasetmedar wek welatekî cihê baweriyê û şerî û xwedî ezmûneke serkeftî li Herêma Kurdistanê dinere. Herwiha tekez dike ku pêwîst e û erk e ser milê me hemûyan ku hewl bidin û kar bikin ku bi hesasî mameliyê ligel pêşhat û bûyer û guhertinan bike, çi li ser asta navxwe û ya navçeyê.

Polîtburoya PDKê ragihand: “Di salvegera vêketina Şoreşa Gulanê ya pêşkeftîxwaz de, em germitrîn pîrozbahî li endam û alîgir û dostan û li hemû gelê Kurdistanê bi taybetî hêzên dilêr û xweragir ên Pêşmerge li eniya şer û malbatên şehîdên serbilind dikin û hêvîdarin ku gelê me her şa û asûde û bextewer û serkeftî be.”

PDKê wiha got: “39emîn salvegera vêketina Şoreşa Gulanê di demekê de tê ku taybetmendiya xwe heye, ku Herêma Kurdistanê ketiye ber metirsiyê êrişa nerewa ya DAIŞê û bi sedan hezar xelkên navçeyên Kurdistanî berê xwe dane herêmê, herwiha welatiyên Rojavayê Kurdistanê jî berê xwe dane Başûr.”

Polîtburoya PDKê wiha domand: “Em wan êriş û kiryarên hovane yên terorîstan şermezar dikin û wek komkujî bi nav dikin, bi taybetî jînosayda kurdên êzîdî û em dibînin ku dive hemû cîhan rê li pêşiya wan tawanan bigire û bi hewara wan navçeyan biçe û dîlên di destê terorîstan de rizgar bikin.”

PDKê wiha got: “Eşkere ye ku îro rewşeke guna û gellekî hesas b gelê kurd hatiye bo diyarkirina çarenivîsa xwe û pêşeroja siyasî, ku bêtir pêwîstî bi yekrêzî û yekdengiya netewî û niştimanî heye. Di vê qonaxê de nexşeya siyasî ya dewleta Iraqê hatiye guhertin û welatên xwedî biryarê û navendên biryar û siyasî yên cîhanê û siyasetmedar wek welatekî cihê baweriyê û şerî û xwedî ezmûneke serkeftî li Herêma Kurdistanê dinere. Lewma Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya rasterast a Serok Barzanî li ser serkeftinên xwe berdewam in û berdewam pêşve diçin.”

Polîtburoya PDKê ragihand: “Bêguman ev rewşa nû û bihêzbûna pêgeha siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û aramî û asayîşa wê, ku faktereke bi bandor e di bûyeran de, ji encama siyaseta rast û dirust a PDKê û siyaseta hekîmane û dûrbînî û rol û bandora kesayetiya Serok Mesûd Barzanî ye.”

PDKê wiha domand: “Pêwîst e û erk e ser milê me hemûyan ku hewl bidin û kar bikin ku bi hesasî mameliyê ligel pêşhat û bûyer û guhertinan bike, çi li ser asta navxwe û ya navçeyê.”
 

Nûçeyên têkildar