26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKKê rê li rewend û koçberên sînorê Kêleşînê girtiye

Çavkanî: KDP.info

Sîdekan-KDP.info- Aloziyên sînorê Kêleşînê aram bûye û ev 2 roj in ku PDKÎ û PKKê çeperên xwe li hember hev danîne û PKKê jî rê nade rewend û koçberên sînorê Kêleşînê ku hatin û çûyinê bikin.

Jêderekî ji asayişa Sîdekanê taybet ji malpera KDP.info re ragihand: “Aloziyên sînorê Kêleşînê aram bûye û lê ev 2 roj in ku PDKÎ û PKKê çeperên xwe li hember hev danîne.”

Wî jêderî wiha got: “Rewşa koçberên ser sînor gellekî xerab e û KKê jî rê nade rewend û koçberên sînorê Kêleşînê ku hatin û çûyinê bikin, niha nikarin di wî sînorî re derbas bibin, em jî li hêviyê ne ku pirsgirêk çareser bibe, da ku koçber karibin karê xwe bikin.”
 

Nûçeyên têkildar