26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKS: Kurdê ku xwîna birayê xwe birjîne divê were cezakirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûneratiya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Başûrê Kurdistanê şerê navbera Partiya Demokrata Kurdistana – Îran (PDKÎ) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şermezar kir û ragihand, kurdê ku xwîna birayê xwe yê kurd birjîne divê were cezakirin.

Nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bang li herdu aliyan dike ku pirsgirêkên xwe yên siyasî bi diyalogê çareser bikin.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku ew şerê ku di encama wî de pêşmergeyekî PDK-Îranê şehîd ketî, tenê dikeve di xizmeta dijminên kurdan de.

ENKSê ku Qadir Kerîmî weke şehîd binav kir got ku ew hêvî dikin ku pêşmergeyên birîndar di nêzîktirîn dem de vegerin cihên xwe da ku li dijî Îranê şer bikin û fedralîzmê ji gelê Kurd re bidest bixin.
 

Nûçeyên têkildar