26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em ji binpêkirina rêkeftinê ji aliyê Bexdayê dilgiran in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li nunerê NY yê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, ew ji Hikûmeta Iraqê dilgiran in ji ber ku rêkeftinê di navbera xwe û Hewlêrê binpê dike.

Îro duşemê 25/5/2015 Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybet yê NY yê bo karûbarên Iraqê Jan Kubis û heyeteke pê re kir.

Di ehvdîtinê de behsa rewşa dawî ya Iraq û pêşhatên parêzgeha Enbarê hate kirin û her du alî nêrînên xwe yên derbarê peymana navbera Hewlêr û Bexdayê yaku derbarê proje bûdceya sala 2015an de hatibû îmzekirin anîn ziman û hate gotin ku hikûmeta Kurdistanê girêdayî bi peymana han bûye bi taybetî ew erkên ku di peymanê de bo Kurdistanê hatibûn destnîşankirin ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hatine cîhbicîhkirin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dilgiraniya xwe li hember cîhbicîh nekirina peymana han ji aliyê Bexdayê ve diyar kir û got: “Mixabin Bexda girêdayî ew peymana han yaku bi piştgîrî û daxwaza NY, Berîtanya û Amerîkayê hatiye îmzekirin nebûye lewre daxwaz ji wan her sê aliyan dikim rola xwe di vê derbarê de bilîzin û zextan li Bexdayê bikin daku peymana han cîhbicîh bike.”

Di berdewamiya hevdîtina han de behsa hevkarî û hemahengiyên navbera ajansên ser bi NY û hikûmeta Kurdistanê hate kirin.
 

Nûçeyên têkildar