26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Bexda budceyê neşîne emê petrola xwe bifiroşin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê dibêje eger Bexda peyamana îmze kirî cîhbicîh neke vê demê Kurdistanê petrola xwe bifiroşe.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di çarçoveya beşdarî kirin di forma abûriya cîhanî ya li behra mirî a Urdinê de, hevpeyvînek li gel kanala CNBS a Amerîkayî pêk anî û eşkere kir ku eger hikûmeta Bexdayê kêşeyên bûdceya Kurdistanê çareser neke vê demê Kurdistanê raste rast petrola xwe difiroşe û dahata xwe jî bo xwe kom dike.

Derbarê dema dawî ya bo çareser kirina kêşeyên heyî li gel Bexdayê de jî Serok Barzanî got: Emê yek anjî du meh dikarin rawestin.

Derbarê şandina çekan bo hêzên pêşmerge jî Serok Barzanî got: “Mixabin heta niha ew çekên ku me xwestibûn û gelek pêdiviya me bi wan hebû, weke pêwîst negehêştine destê hêzên pêşmerge.”

Serok Barzanî anî ziman ku li gel berpisên Amerîka û aliyên din jî me giftûgo di vê derbarê de kiriye û bersifeke beş jî dane me û niha em li benda vê yekê ne ku di vê warî de guhertin werin kirin.

Derbarê sedemên ketina Romadî de jî Serok Barzanî eşkere kir ku sedema şikestên artêşa Îraqê bo siyasetên şaş yên Malikî vedigerin û bingeha wan kêşeyan jî hikûkmeta berê ya Îraqê ye jiber ku bi berdewamî kar bo çê kirina qirîzên nû dikir.

Serok Barzanî got: “Siyaseta birêvebirina artêşa Iraqê şaşe mixabin artêşa Îraqê ji artêşeke netewî ve hatiye guhertin û bûye artêşeke taybet ya yek pêkhateyekî Îraqê lewre artêşa Îraqê nikare serkeftî be.”
 

Nûçeyên têkildar