25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevkariyên Îtaliyayê bo Kurdistan berdewam dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulusê Îtaliyayê yê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, Konsulusê Îtaliyayê eşkere kir ku hevkariyên mirovî û herwiha hevkariyên pêwîst yên bo pêşmerge ji aliyê Îtaliyayê ve bidomin.

Îro duşemê, 25/5/2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îtaliyayê yê li Bexdayê Massimo Moratti û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtinê de Massimo Moratti eşkere kir ku armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku dema erkdariya vî li Îraqê bi dawî hatiye.

Massimo Moratti di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê kir ku di dema pêwerdariya vî de havkariya vî kirine.

Her di vê hevdîtina han de behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê de hate kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên han kirin.

Konsulusê Îtaliyayê di berdewamiya axaftinên xwe de besha hevkariyên Îtaliyayê yên bo Kurdistanê kir û eşkere kir ku hevkariyên mirovî û herwiha hevkariyên pêwîst yên bo pêşmerge ji aliyê Îtaliyayê ve bidomin.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya rola Konsulusê Îtaliyayê di warê bihêztirkirina peywendiyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê de kir û di dema serdanên xwe yên bo Kurdistanê de kariye wêneyeke rastîn ji Kurdistanê bo derve weguheze.

Serokwezîrê herwiha hêviya serkeftinê ji bo Massimo Moratti di erkê nû de xwest

Nûçeyên têkildar