26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya hikûmeta Kurdistanê pîrozbahiya êzidiyan kir

Çavkanî: KDP.info

Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê, bi minasebeta cejna Cemayê ya êzidiyan, mesajeke pîrozbahiyê pêşkeşî tev êzidiyên cîhanê û bi taybetî yên Kurdistanê dike.

Seroktiya hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe a roja 06.10.2012ê de dibêje:

Bi minasebeta hatina cejna Cemayê ya xûşk û birayên êzidî, gerimtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan pêşkeşî xûşk û birayên kurdên êzidî li Kurdistanê û li her cîyekî lê bin dikîn. Em hêvîdar în ku, cejna Cemayê cejna xweşî, şadî û cejna xurtbûna pêkvejiyana bi aşitî di navbera tev ol, mezheb û neteweyên Kurdistanê û cîhanê de be. Cejneka aram û pir xêr û xweşî bo xûşk û birayên êzidî dixwazîn û hemû rojên wan her cejin û şadî bin.

Nûçeyên têkildar