26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Elî Ewnî: Divê şerê birakujî were heramkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamekî serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, ew şerê ku îro di navbera PKK û PDKÎ de derket, bi ti awayî ne di berjewendiya kurdan de ye, ku divê şerê birakujî were heramkirin.

Elî Ewnî, Endamê Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew şerê ku îro di navbera herdu aliyan de derket bi ti awayî ne di berjewendiya gelê kurd de ye. Divê şerî birakujî li herçar percent Kurdistanê were heramkirin. Nabe kurd bi destê kurd were kuştin.”

Ewnî wiha got: “Wek PDKê em di wê baweriyê de ne ku pêwîst e heta dawiyê bi rîya siyasetê xebatê bikin, ne bi rêya çekdarî, eger ligel dijmin jî be gerek heta dawiyê bi gotûbêjan xebatê bikin.”

Endamê Serkirdatiya PDKê wiha domand: “Gerek teybetmendiya gelê kurd li Başûr were liber çavgirtin. Gerek em hemû alîkariya hev bikin. Dema pêwîstiya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi alîkariyê hebû me hêz ji wan re şand. Pêwîst e PKK rê li ber partiyên siyasî li Rojhilat negire.”

Elî Ewnî ragihand: “Pêwîst e PKKê li şûna ku şerê me yan şerê Rojhilat dike, gerek li meydana Bakurê Kurdistanê xebatê bike û di hilbijartinên Tirkiyeyê de xebateke mezin bikin. Gerek em jî li wir li pişta wan bin bo serkeftina doza kurd li wî perçeyê Kurdistanê.”
 

Nûçeyên têkildar