Fraksiyona PDK: Nabe careke din bi ti awayî xwîna kurd bi destê Kurd were rijandin

Hewlêr-KDP.info- Firaksiyona PDKê li Parlementoyê daxwazek pêşkêşî PKK û PDKI kir ku nabe careke din bi ti awayî xwîna gencên Kurd bi destê Kurd were rijandin.
Piştî derketina şerê navbera PKK û PDKI îro fraksiyona partiya demokrata Kurdistanê li parlementoya Kurdistanê de daxwazek pêşkêşî wan her du aliyan kir.
Fraksiyona PDKê her derbarê vê kêşeya han de nameyek jî pêkêşî Serokatiya Parlementoya Kurdistanê kiriye û tekez li ser vê yekê kiriye ku berpirsiyartiyeke gelek mezin li ser stuyê parlementoya Kurdistanê deye bo çareser kirina kêşeyên taybet bi yekîtiya gelê Kurd û axa Kurdistanê.
Lewre di çarçoveya vê berpirsiyartiya dîrokî de em daxwaz ji PKK û PDKI dikin daku lezê nekin û sebira wan hebe û bi ti awayî destê xwe bo xwîna gencên Kurd nebin jiber ku her di vê parlementoyê de ku berhema xwîna gencên gelê Kurd de biryar hatiye dayîn daku şerê birakujî were qedexekirin û nabe careke din bi ti awayî xwîna gencên Kurd bi destê Kurd were rijandin.
Fraksiyona PDKê yaku bi firakisyona zerd jî tê nasîn daxwaz ji PKK û PDKi kiriye daku bi diyalog û danûstandinan kêşeyên heyî çareser bikin.




