26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehmûd Osman: Li şûna derxistina aloziyan gerek PKK xwe mijûlî hilbijartinan bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman dibêje, PKKê gerek niha her tiştî bide alî û xwe mijûlî hilbijartinên Tirkiyeyê bike. Herwiha da zanîn ku wergirtina gumrigê li wê navçeyê ji aliyê PKKê rolek di wî şerî de dîtiye.

Dr. Mehmûd Osman, siyasetmedarê kurd ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew aloziya di navbera PKK û PDKÎ de derket pir xerab e û divê bi danûstandin wan aloziyan di navbera xwe de çareser bikin ne bi şer.”

Osman wiha got: “Ez bi xwe ligel herdu aliyan axivî me, alozî li ser wê yekê ye ku PKKê ji çend salan de li wir gumrikê werdigire û dema pêşmergeyên PDKÎ çên wir nedixwestin ku PKK li wir gumrikê werdigire, lewma alozî di navbera wan de derket, ku di rastiyê de ew cih Başûrê Kurdistanê ye, lewa diyar e ku wergirtina gumrigê li wê navçeyê ji aliyê PKKê rolek di wî şerî de dîtiye.”

Wî siyasetmedarê kurd wiha domand: “Beriya niha jî nakokî di navbera herdu aliyan de hebû, lê gerek niha negihîştiba asta şer û kuştî û birîndaran. Eger nikarin nakokiyan çereser bikin Başûrê Kurdistanê dê nakokiyên wan çareser bike.”

Nûçeyên têkildar