26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Mamosta Kerîm Şareza re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya şaîr û nivîskar û rewşenbîrê nîştîmanperwer û navdarê Kurdistanê Mamosta Kerîm Şareza peyamek belav kir û tê de sersaxî ji malbata wî re xwest. Ev jî tekesta wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Mamosta Ehmed Dilzar

Malbata rêzdar ya Mamostayê xwedê jêrazî Kerîm Şareza

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya şaîr û nivîskar û rewşenbîrê nîştîmanperwer û navdarê Kurdistanê, Mamosta Kerîm Şareza gihîşt me.

Bi vê boneya xemgîn de pirse û serxweşiya xwe bi we yên rêzdar û malbata we ya têkoşer û rewşenbîr û nivîskar û rojnamevanên Kurdistanê û hemû xizm û kesukar û rêhevalên Mamostayê xwedê jêrazî radigihînim û beşdarê xema we me.

Mamosta Kerîm Şareza xwediyê ezmûnekî zêdeyê nivîsînê bû û rolekî girîng li warê rojnamegerî û perwerde û rewşenbîriyê da hebû û ji destdana wî jî kelênekî mezin bi cîh dihêle.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim Mamostayê xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û dilnewayî û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.05.2015

Nûçeyên têkildar