26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDKÎ: Me hewl da aloziyê bi rêbazên siyasî çareser bikin lê hêzên PKKê êrişî me kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, wan çiqas hewl dan ji bo ku aloziya navbera hêzên wan û gerîlayên PKKê bi rêbazên siyasî çareser bibe lê hêzên PKKê êrişî wan kirin. PDKÎ bang li hemû aliyan kir “helwesta nakurdane” ya PKKê bidin guhertin.

Polîtburoya PDKÎ li ser şer û aloziya ku li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di navbera pêşmergeyên wan û gerîlayên PKKê de derketiye, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ku li ser malpera fermî ya wê partiyê hatiye belavkirin, hatiye gotin ku piştî gellek hewlên lihevanîn û diyalogên bi rayedarên PKKê re ji bo ku alozî û nakokî bi rêbazên siyasî bên çareserkirin lê PKK ferman da hêzên xwe ku êrişî pêşmergeyên PDKÎ bikin.

Di daxuyaniya PDKÎ de her wiha hatiye gotin ku pasdarên Îranê jî li wê devera ku alozî û şer derketiye, bicîh bûne û “îhtimaleke mezin heye ku pasdar jî tevlî hêzên PKKê bibin”.

Di beşek daxuyaniya PDKÎ de wiha hatiye gotin: “Me dikarîbû em vê pirsgirêkê bi rêbazên siyasî çareser bikin lê ew bûn mertala pasdarên komara îslamî ya Îranê. Mixabin ev kiryara PKKê dikeve çarçoveya xiyanetê. Em wek PDKÎ dibêjin ku şer ji aliyê me ve nehatiye destpêkirin û em naxwazin ev şer dirêj jî bibe. Divê rayedarên PKKê ji vê rêya xelet vegerin û berê xwe bidin rêbazên siyasî û netewî.”

Di dawiyê de PDKÎ bang li hemû hêz û saziyên siyasî yên Kurdistanî kiriye êrişa PKKê li dijî pêşmergeyên wan şermezar bikin û çi ji destê wan tê ji bo guhertina helwesta nakurdane ya PKKê bikin.

Nûçeyên têkildar