Serok Barzanî serxweşî li Ezeddîn Berwarî kir

Bi boneya koça dawîya mamê Ezeddîn Berwarî endamê mekteba siyasî ya Partî Demokrat a Kurdistanê, Birêz Mesûd Barzanî serokê herêma kurdistanê birûskeka pirse û serxweşîyê ji wî re şand. Ev jî tekesta wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz kek Ezeddîn Berwarî
Mixabin nûçeya koçbarbûna mamê we yê birêz geha min. bi vê boneyê bi kovan behî û sersaxiyê li we û kes û kar û malbata we ya birêz dikim û hevbeşê kovana we me.
Ji xwedê mezin dixwazim Xwedê jê razî be û bi behest xwe ya fereh şa bike û sebir û hedarî jî bide we.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
5/10/2012




