Kerkûk, li encama peqînên cuda hejmarek kes hatin kuştin
Di encama teqîna bombeka çandî de li bajêrê Kerkûkê li devera El-wasitî li başûrê vî bajêrî endamekî hêzên asayîşê hat kuştin û yek din jî birîndar bû.
Di vê derbarê de ajansên nûçeyan belav kirin ku jêderên ewledarîya vê deverê ragihandin, ku bombeka din jî li wê deverê teqîya, di encamê de endamekî ji hêzên polîsan hate birîndarkirin û zîyanên madî ber bi otombîla polîsan keft.
Herweha otombîleka mayînkirî li hember peymangeha teknîkî li devera rêya Bexdadê li başûrê vî bajêrî hat teqandin, di encmê de 11 kes hatin birîndarkirin.
Dîsan li Kerkûkê, çekdrên ne nas gule bi ser otombîlekê de li gundê El-Zirarîye yê ku bi ser devera Hiwêje avêtin, di encamê de du endamên Elsehwa hatin kuştin û du kesên din jî birîndarbûn.




