2 lîwayên Pêşmerge tên avakirin.. Amerîka pêdviyên wan pêşkêş dike

Hewlêr-KDP.info- Birîkarê Wezareta Pêşmerge ragihand ku, bi mebesta nivîsandina navên pêşmergeyan bo avakirina 2 lîwayên nû, ew li hêviya Amerîka ne heta amadehiyan bi dawî bîne, her dema ku ew amade bin dê nivîsandina navan dest pê bike.
Enwer Hacî Osman, Birîkarê Wezareta Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Amadekarî bo pêkanîna 2 lîwayên Pêşmerge ji aliyê Amerîka ve berdewam in, lê niha em çaverê wê dikin da ku em dest pê bikin.”
Osman wiha got: “Dema ku Amerîka ji aliyê amadekirina rahêner û pêdviyan amade be, emê dest bi pêkanîna wan 2 lîwayên Pêşmerge bikin.”
Birîkarê Wezareta Pêşmerge wiha domand: “Dema amadekarî ji aliyê Amerîka ve bi dawî hatin, emê dest bi nivîsandina navan bikin.”
Amerîka biryara pêkanîna wan herdu lîwayan daye, ku dê wan perwerde bike û pêdviyên wan pêşkêş bike.




