PKK êriş dike ser pêşmergeyên PDKÎ

Rojhilatê Kurdistanê-KDP.info- Berpirsê pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku, gerîlayên PKKê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrişî pêşmergeyan wan kirine û hêj êrişa wan berdewam dike.
Mihemed Salih, Berpirsê pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çend roj bûn hêzeke PDKÎ li devera sînorî ya Keleşînê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibûn dorpêçkirin, lê piştî van rojan, îro gerîlayên PKKê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrişî pêşmergeyan wan kirine û hêj êrişa wan berdewam dike.”
Salih wiha got: “Ev çend roj bûn me hewl dida ku rê li ber şerê birakujî û xiyanetê li hember gel û welat bigirin, lê gerîlayên PKKê ji 2 aliyan ve êrişî me kirin û niha hêzên me bi tundî tên agirbarankirin.”
Berpirsê pêwendiyên PDKÎyê wiha domand: “Niha jî em dixwazin rewş aram bibe û rê li pêşiya êrişa PKKê bê girtin, ji ber ku em şerê birakujiyê bi xiyaneta neteweyî dizanin. Lê berevanî li xwe karekî rewa ye.”
Mihemed Salih ragihand: “Ev hewlên PKKê bo şer li dijî hêzeke xebatkar û Kurdistanî kareke ne rewa ye, û nîşan dide ku ew dixwazin xwîna kurdan birjînin.”




