Seidî Pîre: Serdana Serok Barzanî bo Urdinê Girîng e..Pêngaveke baş e bo mafê kurdan
__2015_05_23_h20m32s47__RM.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Derbarê serdana Serok Barzanî bo welatê Urdinê, endamekî polîtburoya YNKê dibêje, serdaneke girîng û baş e, ku di hemû civînên wî de ala Kurdistanê tê dîtin, ku ev jî belgeh e bo nasandina kurdan û pêngaveke baş e bo pêşerojê û gehiştina wan bi afên wan ên rewa.
Endamê polîtburoya YNKê, Seidî Pîre ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo welatê Urdinê û tevlîbûna di korbenda cîhanî de û civîna wî ligel Şahê Urdinê Şah Ebdullah û amadebûna ala Kurdistanê di hemû civînan de pêngaveke paş baş e.”
Pîre wiha domand: “Ew serdan serdaneke girîng û baş e, ku di hemû civînên wî de ala Kurdistanê tê dîtin, ku ev jî belgeh e bo nasandina kurdan û pêngaveke baş e bo pêşerojê û gehiştina wan bi afên wan ên rewa.”




