Urdin..Serok Barzanî û berpirsên Iraqê civiyan

Urdin-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlementoya Iraqê û Cîgirê Serokwezîrê civiya û di wan hevdîtinan de, rewşa siyasî û emniya Iraqê bi giştî û rewşa Enbar û hereşeya terorîstên DAIŞ hate nirxandin.
Di çarçoveya civînên xwe yên li gel berpirsên welatên din yên ku beşdariya forma abûriya cîhanî ya li Urdinê kirine, îro Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cebûrî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Beha Erecî civiya.
Li vê hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê behsa ajandaya wê serdanê kir ku bi niyaze li paşarojeke nêzîk da ya Amerîka encam bide.
Di beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraqê bi giştî û rewşa Enbar û hereşeya terorîstên DAIŞ hate nirxandin.
Di dirêjahiya hevdîtin û kombûnên li çarçêweya Korbenda Aboriya Cîhanî de Serok Barzanî û Beha Erecî Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê kombûn.
Di vê kombûnê da Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê behsa rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û navendê kirin û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste peywendiya di navbera Hewlêr û Bexda tûşî giriftan nebin û ew peywendî berev pêşve biçin û eve jî xisterû ku li Bexda gelek kes û alî hewla ewe dane ku ew peywendî parastî bê û ziyanê ber nekevê.
Di beranber da Serok Barzanî spasiya helwesta Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
Hêjayî gotinêye roja înê 22.05.2015 li yekem roja Korbenda Aboriya Cîhanî û li çarçêweya vê korbendê de, kombûnekî li navbera Serok Barzanî û Şah Abdullahê Paşayê Şahnişîna Urdinê birêveçû.




