Serok Baranî û Mehmûd Ebas tekez li ser bihêztirkirina peywendiyan kirin

Urdin-KDP.info- Li Urdinê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Felestînê civiya û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî jî behsa rewşa siyasî û ewlekarî Iraq û deverê kir û balkêşande ser şerê dijî terorîstên DAIŞê û serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstan jî bo Ebas şîrove kir.
Di çarçoveya civînên xwe yên li gel rayedarên welatên din yên ku beşdariya forma abûriya cîhanê ya li Urdinê kirine, îro Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Serokê Felestînê Mehmûd Ebas û heyeta pê re civiya.
Di civînê de Ebas behsa hewl û serkeftina hewldanên dîplomatîkî yên Felestînê li ser asta cîhanê yên bo pêşde birina doza Felestînê û herwiha behsa rewşa navxweyî ya Felestînê kir.
Di civînê de Serok Barzanî jî behsa rewşa siyasî û ewlekarî Iraq û deverê kir û balkêşande ser şerê dijî terorîstên DAIŞê û serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstan jî bo Ebas şîrove kir.
Di dawiya civînê de her du alî tekez li ser bihêztirkirina peywendiyên navbera Kurdistan û Felestînê kirin.




