26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sîsî: Hêviya serkeftinê ji bo Hêzên Pêşmerge xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Misirê civiya û di wê hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Misirê kirin. Herwiha Sîsî hêviya serkeftinê ji bo Hêzên Pêşmerge xwest.

Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên ligel rayedarên welatên din yên ku beşdariya forma abûriya cîhanê ya li Urdinê kirine, îro Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî û heyeta pê re civiya.

Di civînê de behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya deverê û metirsiyên terorîstên DIŞIê bo ser asayîşa cîhanê û deverê hate kirin.

Her di vê civîna han de Serok Barzanî behsa rewşa Îraqê û bûyerên vê dawî yên li parêzgeha Enbarê kir û balkêşande ser rewşa meydanî ya eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê û serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstan.

Li hember de jî Serokkomarê Misirê destxweşiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî, gelê Kurd û Hêzên Pêşmerge kir û hêviya serkeftinê jî ji bo Hêzên Pêşmerge xwest.

Di dawiya hevdîtina han de tekez li ser bihêztirkirina peywendiyên dostane yên di navbera Kurdistan û Misirê de hate kirin.

Nûçeyên têkildar