26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Naweran.. Bi giranî li navendên DAIŞê dan..Ziyanên wan gellek in

Çavkanî: KDP.info

Naweran-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî hejmarek çeper û navendên terorîstên DAIŞê li gundêb Xurusebad û Barîme li sînorê eniya Naweranê dan ber bombeyan û gellek ziyan gehandin wan.

Bi hevahengî di navbera Fermandehiya Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî, Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî berdewam in li ser bombebarana çeper û navendên terorîstên DAIŞê, û di wê çarçoveyê de îro danê êvarî wan balafiran hejmarek navendên wan terorîstan li gundêb Xurusebad û Barîme li sînorê eniya Naweranê dan ber bombeyan û gellek ziyan gehandin wan.

Li gorî agahiyan hejmarek terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Balafiran li gorî agahiyên ku fermandehiya Zêrevanî dabû wan, li çekdarên DAIŞê dan.

Nûçeyên têkildar