25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Şahê Urdinê civiyan..Ala Kurdistanî di civînê de bû

Çavkanî: KDP.info

Urdin-KDP.info- Serok Barzanî û Şahê Urdinê civiyan û ronahî xistin ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya navçeyê bi giştî û Iraq û bûyerên vê dawiyê yên parêzgeha Enbarê bi taybetî. Herwiha nêrîn derbarê çawaniya rûbirûbûna gefa terorîstên DAIŞê hatin pevguhertin. Herwiha di civînê de tekez jî li ser berfirekkirina pêwendiyên di navbera xwe de kirin.

Li ser vexwenda fermî ya Şah Ebdullah, Serok Barzanî ligel şandekê îro gihîşt paytexta Urdinê, Eman û li Balafirgeha navdewletî ya wî bajêrî ji aliyê Emîr Fêsel kurê Husên, birayê Şahê Urdinê û çend berpirsên din ên wî welatî ve hat pêşwazîkirin.

Di çarçoveya wê serdanê de, Şah Ebdullah li koşka paşatiyê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re kir.

Di wê civînê de, ronahî xistin ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya navçeyê bi giştî û Iraq û bûyerên vê dawiyê yên parêzgeha Enbarê bi taybetî. Herwiha nêrîn derbarê çawaniya rûbirûbûna gefa terorîstên DAIŞê hatin pevguhertin. Herwiha di civînê de tekez jî li ser berfirekkirina pêwendiyên di navbera xwe de kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Serok Barzanî û şanda pê re jib o nanê nîvro jî mêvanê Şahê Urdinê bûn.

Biryar e sibe, Serok Barzanî tevlî Korbenda Aboriyê ya Cîhanî li wî welatî bibe.

Nûçeyên têkildar