Serok Barzanî çû derveyî welat

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro Pêncşemê 21/5/2015 ligel şandekê bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û li ser vexwendina Şahê Urdinê, Şah Ebdullah çû wî welatî.
Di vê serdanê de, Serok Barzanî dê ligel Şahê Urdinê, Şah Ebdullah bicive û tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Deryaya Mirî li Urdinê bibe.
Biryar e kongreya aborî ya cîhanî li rexê rojhilatê Behra Mirî di îro dest pê bike û heta 23 vê mehê di bin navê “dîtina çarçoveyeke herêmî nû bo geşepêdan, aştî û hevkariya di navbera sektora taybet û ya giştî” bê li darxistin.
Di vê kongreyê de, jibilî Serokê Herêma Kurdistanê, nêzîkî hezar kesayetî ji serkirdeyên dewletan, siyasetmedar, sermayedar û bazirganên 50 dewletan beşdarî vê kongreyê bikin.
Serok Barzanî destpêka vê mehê serdana Amerîka û Komara Çek û Hengariya kir û ligel berpirsên pilebilind ên wî welatî behsa serxwebûna Kurdistanê û çend mijarên din ên girîng kir.




