25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nîvê axa Sûriyê di dest DAIŞê de ye

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Çekdarên DAIŞ dest danîne ser bajarê Tedmur ê dîrokî, niha jî şûnwarên binirx ên wî bajarî di metirsiyê de ne.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, ketina Tedmurê piştî “vekişana” leşkerên rejîma Sûriyê ji wî bajarî hat. Televîzyona fermî ya Sûriyê jî belav kir ku, piştî “derxistina kesên sivîl”, hêzên artêşa Sûriyê ji bajarê Tedmurê vekişiyan.

Rewangehê di daxuyaniya xwe de aşkere dike ku, bi girtina Tedmurê ji sedî 50yê axa Sûriyê dikeve dest çekdarên wê rêxistina radîkal de.

Nexşeya navçeyên Sûriyê yên di dest DAIŞê de bi vî awayî ye: Tedmur, Riqe, Til Ebiyed (Girê Spî), Meyadîn û çend navçeyên din ên berfireh li parêzgeha Dêrezorê, Sejne, rûbereke berfireh ji parêzgeha Helebê û derdora wê, çend navçeyên Hims û Hesekê jî.

Nûçeyên têkildar