26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Heyder Ebadî li Rûsyayê ye

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî îro danê êvarî bi serdaneke fermî ber bi Moskoyê birê ket. Biryar e li wir dosyeya leşkerî û ewlehiya Iraqê ligel rayedarên wî welatî gotûbêj bike.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokwezîrê Iraqê, biryar e Ebadî di vê serdana xwe de, sibe ligel Serokê Rûsya, Vladîmêr Putîn bicive û derbarê akîkariyên leşkerî û ewlehî di navbera Iraq û Rûsyayê de, herwiha jinavbirina DAIŞê gotûbêj bikin. Herwiha hewla bihêzkirina pêwendiyên xwe yên di warê enerjiyê û aborî û veberhênanê de bidin.

Heman daxuyaniyê wiha got: “Wezîrê navxwe, kareba, veguhestinê, rewşenbîrî û çend şêwirmendên din ligel Ebadî ne, di vê serdana ku dê rojekê dirêj bike.”

Hevdem Berdevkê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Sead Hedîsî ragihand: “Di vê serdana Ebadî de, dê dosyeya ewlehiyê û biçekirina hêzên Iraqê û peydakirina pêdviyan ji Artêşa Iraqê re bo jinavbirna DAIŞê, werin gotûbêjkirin.”

Nûçeyên têkildar