Baliyozê Brîtanya: Pêşmerge hêjayî hemî alîkariyên navdewletî ne

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ji bo ku Pêşmerge karibin çekdarên DAIŞê bêhtir bişkînin pêwîst e civata Navdewletî rasterast bersiva daxwaziyên Herêma Kurdistanê bide.
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Baliyozê Brîtanya li Iraqê “Firank Bêker” û şanada ligel wî ku ji hejmarek şêwermendên warê bergirî û bazirganî pêkhatibû kir.
Di hevdîtinê de piştî ku rewşa herêmê û şerê li di jî DAIŞê li her yek ji Iraq û Sûriyê hat gotûbêjkirin û Mesrûr Barzanî tekez li ser pêwîstiya piştevaniya leşkerî bêhtir ji bo Herêma Kurdistanê ji aliyê civata navdewletî kir û ragihand ku, ji bo ku Pêşmerge karibin bihêlin çekdarên DAIŞê paşve bigşin û bên şikandin, pêwîste civata navdewletî rasterast daxwazên Herêma Kurdistanê pêkbînin.
Ji aliyê xwe ve balyozê Brîtanya li Iraqê tekez kir li ser berdewamiya piştevaniya hikûmeta welatê wî bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û amaje bi wê yekê jî kir ku, Pêşmerge ne tenê pişveçûna DAIŞê rawestand lê belê şikandinek mezin jî bi ser wan de anîn û navçeyek mezin jî ji wan paqij kirin, lewma ew hêjayî hemî piştevaniya navdewletî ne.
Di beşekî din de ji hevdîtinê Balyozê Brîtanya amaje bi pêwendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Birîtaniya de kir di warên cuda de û tekez kir li ser vê pêwendiyê ku dikeve xizmeta gelê Kurdistan û gelê Birîtaniya de.




