Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya tekez li ser berfirehtirkirina peywendiyên xwe kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de tekez li ser hemahengî û berfirehtirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanyayê kirin.
Îro çarşem 20.05.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Bakêr Balyozê Brîtanya li Iraq û şandekî li gel kir.
Di kombûnê da behsa serdana Serok Barzanî û şanda li gel ya Amerîka kirin û rewşa siyasî û emniya Iraqê û hereşeyên terorîstên DAIŞ û her wiha sedemên ketina bajarê Rumadî û derencamên wê xistin ber behs û guftûgoyan.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û paşaroja Herêma Kurdistanê hate nirxandin û tekez jî li ser hemahengî û berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanyayê kirin.




