26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Washington Post: opozisîyona çekdar a li Sûrîya alîkarîyên bi çek ji Amerîka werdigirin

Çavkanî: KDP.info

Rojnama " washington post" a Amerîkayî ragihand, ku opozisîyonên çekdarên Sûrîya yên li dijî rejîma "Beşar El-Esed" şerdikin, dest bi wergirtina çekên moderin  ji Amerîka li ser têçûna dewletên kendav kirin.


Wek tê xuyakirin ku ev pêzanîna han ji alîyên çalakvanên opozisîyona Sûrîya û berpirsên Amerîkayî hatîye belavkirin.
Ji alîyekê din ve evê rojnamê weha jî ragihand, perpirsên hukûmeta " Barak Obama" tekez kirine, ku heta niha Amerîka ti çek nedaye opozisîyona çekdar a li Sûrîya".


Herweha evê rojnamê got, berpirsekî bilind li wezareta dereveya Amerîka nexwestiye navê xwe xuya bike got, " em alîkarîyên xwe yên bê çek ji bo opozisîyona Sûrîya xurt dikin û em hemagingîyê bi dost û hevpeymanîyên xwe re yên li evê deverê berdewam dikin ji bo em bandorekê mezin dirist bikin".


Wek tê xuyakirin, berî demekî Amerîka ragihand ku ew dê piştivanî û alîkarîya bê çek ji bo opozisîyona Sûrîya  xurtir bikin û ew di vê demê de ti alîkarîyên bi çek nakin.
 

Nûçeyên têkildar