Pirojeyek bo alîkariya hejar û malbatên Pêşmergeyên şehîd tê amadekirin

Hewlêr-KDP.info- Biryarderê Komîteya Avedankirin û Niştecîbûnê di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, ew dixwazin pirojeyasayeke baş bo alîkariya hejar û malbatên Pêşmergeyên şehîd amade bikin, da ku ji qeyrana niştecîbûnê rizgar bibin.
Tehsîn Îsmaîl, Biryarderê Komîteya Avedankirin û Niştecîbûnê di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Em mijûl in ku pirojeyekê di parlamentoyê de amade bikin û tê de behsa dirustkirina xaniyan tê bikin, herwiha avakirina hemû gundên Kurdistanê jî bi teknîkeke gellekî bilind.”
Îsmaîl wiha got: “Me daxwaz kiriye ku di vê pirojeyê de malbatên şehîdên Pêşmerge û hejarên Kurdistanê xanî ji wan re bên avakirin, herwiha dervet çêbibe ku alîkariya wan bê kirin, da ku bi wê riyê jiyana Pêşmergeyan xweş bibe, bi taybetî div î warî de.”
Biryarderê Komîteya Avedankirin û Niştecîbûnê di Parlamentoya Kurdistanê de wiha domand: “Ji ber krîza aborî li Kurdistanê lez di wê pirojeyê de nehatiye kirin.”




