PAKURD: Em pişta Serok Barzanî digirin..Divê em roja avakirina dewletê destnîşan bikin

Hewlêr-KDP.info- Partiya Kurdistanî (PAKURD) ragihand, ew di mijara ragihandina serxwebûna Kurdistanê de pişta Barzanî digirin.
Şandeke PAKURDê ji bo pêşxistina pêwendiyên kurdan û Yûnanistanê, rakişandina piştevaniyê ji bo serxwebûna Kurdistanê her wiha dabînkirina derfeta xwendinê ji xwendekarên kurd re li paytexta Yûnanistanê Atînayê ye.
Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran piştî ku serdana nûnertiya PDKê ya Atînayê kir, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku, kurd di qonaxeke dîrokî re derbas dibin yan dê serbixwe bibin yan jî tine bibin.
Baran wiha domand: “50 milyon kurd hene, êdî kurd nikarin bê dewlet bijîn. Rêkeftina Sykes-Pîcot nema îja dora Sevr û Lozanê ye. Divê êdî partiyên kurd nakokiyên xwe bidin aliyekî û li dora serxwebûnê kom bibin. Divê em êdî dev ji vê yekê berdin ku gelo kurd bibin xwedî dewlet yan na, divê em roja avakirina dewleta Kurdistanê destnîşan bikin.”
Serokê PAKURDê behsa gotinên Serok Barzanî yên ku li ser serxwebûna Kurdistanê gotibû, jî kir û wiha got: “Em ji Bakurê Kurdistanê bersiva wê banga Serok Barzanî didin. Bila hema ala me ya ku li Mehabadê ket, dîsa hilde emê heta dawiyê pişta wî bigirin. Vê gavê ji bo serxwebûna Kurdistanê tenê pişta me bi wî germ e.”
Yek ji rayedarên PDKê li Atînayê bi navê Omer Mihemed jî got, bilindbûna dengê serxwebûnê li Bakurê Kurdistanê me kêfxweş dike. Divê partiyên kurdî di rêya serxwebûnê de li hev nêzîk bibin û dest bidin destê hev.




