Amed bi wêneya Serok Barzanî hat xemilandin..Bi canê xwe bi Barzanî re ne

Amed-KDP.info- Tevgera Ciwanên Kurdistan û Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê ji bo piştgirya xwe ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nîşan bidin, wêneyê wî li Amedê li bircên bajêr ve daliqandin.

Serok Barzanî pêr li devera Pîrmamê ya Hewlêrê li ser serdana xwe ya Amerîka û Ewropayê her wiha rewşa dawî ya Kurdistan û Iraqê bi rayedar û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re civiyabû.

Hat ragihandin ku Serok Barzanî di civînê de ji partiyên siyasî re gotibû, “Eger hûn pişta min bigirin û nakokiyên nav xwe çareser bikin ezê hema îro serxwebûnê ragihînim”

Duhî endamên Ciwanên Netewîyên Kurdistanê û endmên Tevgera Ciwanên Kurdistan bircên Amedê bi wêneyê Mesûd Barzanî xemilandin.

Di bin wêneyê Mesûd Barzanî ev diruşim hatine nivîsandin:
“Em li pişta te ne û cangoriyên welatê xwe ne”
“Bijî Kurdistana Yekgirtî û Serbixwe”
Tevgera Ciwanên Kurdistanê derbarê vê yekê di bin nave EM VÊ BERPIRSYARIYÊ HILDIGRIN daxuyaniyek belav kir ev jî tekesta wê ye:
“Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê guh didin banga Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û dibêjin ku di vê rêya pîroz de em bi canê xwe bi te re ne.
Pêwîst e hemû aliyên siyasî ên kurd piştgiriya xwe bo vê helwestê eşkere bikin û vî barî bigrin ser milên xwe. Xeynî aliyên siyasî piştgiriya herî girîng a miletê kurd e.
Piştî ku milet daxwaza serxwebûnê bike û piştgiriya Serokê Kurdistanê bike, tu astengek namîne li hember serxwebûnê. Em helwesta Serok Barzanî pîroz dikin û eşkere dikin ku di bin vî barî de em şirîkên wî ne.
Di serî de hemû endamên tevgerê bangî hemû miletê Kurd dikin ku vê piştgiriya xwe li ser medyaya civakî û di jîyana pratîkî de eşkere bikin.
BIJÎ SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
TEVGERA CIWANÊN KURDISTAN”




