Xazir.. Balafiran bi agahiyên Zêrevanî li DAIŞê dan

Xazir-KDP.info- Balafirên şer ên hêzên hevpeyman li eniya Xazirê ya Mûsilê li çekdarên DAIŞê dan.
Berpirsê ragihandinê yê fermandehiya Zêrevanî, Dilşad Mewlûd ji malpera KDP.info re got: “Îro danê sibê balafirên şer li gundê Muftî li eniya Xazirê li çekdarên DAIŞê dan.”
Dilşad Mewlûd diyar kir ku di encama wê êrişa asmanî de baregehên DAIŞê li wî gundî bi temamî wêran bûn û hinek otomobîlan wan jî hatin şewitandin.
Wî rayedarê Pêşmere da zanîn ku komek çekdar jî di wê êrişê de hatin kuştin lê nayê zanîn ka çend çekdar hatine kuştin.
Berpirsê ragihandina fermandehiya Zêrevanî got ku balafiran li gorî agahiyên ku fermandehiya Zêrevanî dabû wan, li çekdarên DAIŞê dan.
Hat gotin ku ew balafirên ku baregehên DAIŞê li gundî Muftî bombebaran kirine balafirên Kanadayê bûne.




