Elî Ewnî: Serok Barznî encamên serdana xwe ji me re eşkere kir

Hewlêr-KDP.info-Endamekî Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, mebest ji civîna îro tenê eşkerekirina encamên serdana Serok Barzanî bo Amerîka û Ewropayê bû.
Encumena Serkirdatiya PDKê li bajarokê Pîrmamê, bi serperiştiya Barzanî civîneke neasayî ango awarte lidar xist.
Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro encumenê civîneke neasayî lidar xist û mebest ji civîna îro tenê eşkerekirina encamên serdana Serok Barzanî bo Amerîka û Ewropayê bû.”
Ewnî wiha got: “Di cîvîna îro de, behsa ti pirsekî din wek destûra Kurdistanê û pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê nehar kirin, ji ber ku taybet bû bi serdana Barzanî bo Amerîka û çend welatên Ewropayê.”
Wî Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê wiha domand: “Her di civînê de rola Hêzên Pêşmerge bilind hat nirxandin û Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku, welatên cîhanê bi rêz û hurmeteke mezin li Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dinerin, li hember vî şerê li dijî terorîstên DAIŞê.”




