25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekdengiya kurdan li hember Bexdeayê bihêztir bûye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Endamekî Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê amaje bi yekdengiya kurdan li hember kurdan dike û dibêje, êdî binpêkirina Bexdayê nayê qebûlkirin.

 

Ebdullah Wertî,  Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Civîna Serok Barzanî ya duhî ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê gellekî serkeftî bû, bi taybetî yekdengî û yekhelwîstiya aliyên siyasî li hember Bexdayê.

 

Wertî wiha got: “Emê derfeteke din bidin Bexdayê, da ku rêkeftina di navbera me û wê de bi cî bike, di dema ku ew her rojê û hêncerekê ji Kurdistanê re tînin ji neşandina pereyên me re, lê ev derfet bo wê yekê ye ku em bibînin Bexda çawa pêbendî rêkeftinê ye.

 

Wî Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê wiha domand: “Tevahiya wan pereyên ku li cem Hikûmeta Iraqê ne û mafê Herêma Kurdistanê ne, divê bên vegerandin, ji ber ku nabe fermanberên me bê mûçe bin û Bexda bê helwest be.”

Nûçeyên têkildar