Bila Parlamentoya Kurdistanê bibe mala hemû kurdan

Hewlêr-KDP.info-Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaza yekrêziyê ji aliyên siyasî yên Kurdistanê dike, ji ber ku niha navçe di nava guhertinên mezin re derbas dibe.
Serokatiya Parlamentoyê îro bi helkefta salvegera yekemîn xula hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê (19ê Gulana 1992) peyamek belav kir.
Di wê daxuyaniyê de parlamento ragihand: “Em di vê xuleyê de parlamento zêdetir aktîv bibe û bibe malek bo hemû kurdan, ne tenê bo xelkê Başûr lê belê bibe mala kurdên perçeyên din ên Kurdistanê jî.”
Parlamentoya Kurdistanê wiha got: “Hilbijartina yekem xula parlamentoyê pêngavek bo danîna bingeha dewletê li Herêma Kurdistanê bû.”
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Niha divê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê yekrêziya xwe biparêzin û berjewendiya welatê xwe di ser her berjewendiyeke partîtî de bigirin, ji ber ku niha Kurdistan û navçe di nava guhertinên mezin re derbas dibe.”




