Serok Barzanî ligel Encumena Serkirdatiya PDKê civiya

Hewlêr-KDP.info-Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê wê partiyê, Mesûd Barzanî civiya.
Encumena Serkirdatiya PDKê li bajarokê Pîrmamê, bi serperiştiya Barzanî civîneke neasayî ango awarte lidar xist.
Di civînê de behsa encamên serdana Serokê Kurdistanê û heyeta pê re bo Amerîka û her du welatên Mecaristan û Komara Çek û civînên li gel rayedarên wan welatan hate kirin.
Di civînê de ew serdana han bi serdaneke serkeftî û girîng hate wesifkirin û ew yek jî nîşaneya vê yekê ye ku pêgeha Kurdistan li Amerîka û Ewrûpayê bihêztir bûye.
Encumena Serkirdatiya partiya demokrata Kurdistanê herwiha li ser vê yekê jî hemfikir bû ku lazime kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bilez werin çareserkirin û lazime tevahiya aliyên siyasî yên Iraqê di warê cîhbicîh kirinê de girêdayî bi destûra bingehîn ya Iraqê bin û herwiha girêdayî ew peymanan bin ku hatine îmzekirin.
Di civînê de herwiha daxwaz ji hikûemta Kurdistanê hatiye kirin daku bilez kêşeyên xwe yên li gel Bexdayê yek alî bike.
Di beşeke din ya civîna han de behsa rola qehremanane ya hêzên pêşmerge hatiye kirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin daku zêdetir xizmeta hêzên pêşmerge û malbetên şehîdan were kirin.




