25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal- Balafiran li wan dan..34 terorîst hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berpirsekî hizbî li sînorê parêzgeha Mûsilê ragihand ku, di encama bobebarana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî de li ser navend û çeperên DAIŞê de, bêtirî 34 terorîstên DAIŞê hatin kutin.

Seîd Memozînî, Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Saet 9ê şevê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li nava Şingalê bi giranî li çeper û navendên DAIŞê dan.”

Memozînî wiha domand: “Di encama wan bombebaranan de, ku 8 oerasyon pêk anîn, bêtirî 34 terorîstên DAIŞê hatin kutin.”
 

Nûçeyên têkildar