Civîna Serok Barzanî û aliyên siyasî gellekî girîng bû..Dê ev civîn berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Endamekî beşdar di civîna îro ya di navbera serok Barzanî û aliyên siyasî de, dibêje civîna Serok Barzanî û aliyên siyasî gellekî girîng bû. Herwiha tekez dike ku biryar hat dank u ev kombûn berdewam bin, ku biryar e beriya serê mehê careke din em ligel Serok Barzanî bicivin.
Babîr Kamela, Serokê Fraksiyona Arasteyî Sêyemîn di Parlamentoya Kurdistanê de endamê beşdar di civîna îro ya di navbera serok Barzanî û aliyên siyasî de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Civîna Serok Barzanî û aliyên siyasî gellekî girîng bû. Herwiha tekez dike ku biryar hat dank u ev kombûn berdewam bin, ku biryar e beriya serê mehê careke din em ligel Serok Barzanî bicivin.”
Babîr Kamela wiha domand: “Tişta ku cihê dilxweşiyê ye, serdana Serok Barzanî serkeftîtirîn serdana siyasî bû di dîroka gelê kurd e. Civînên bi vî awayî di navbera Serok Barzanî û aliyên siyasî pir girîng û serkeftî ne.”




