Kurd nikarin zêdetri li welatekî bijîn ku pêşeroja wî nediyar be

Hewlêr-KDP.info-Endamê Desteya Serokatiya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê dibêje, civîna îro ligel Serokê Herêma Kurdistanê serkeftî bû û hemû aliyên siyasî yekhelwîst bûn. Herwiha tekez kir ku, kurd nikarin zêdetri li welatekî bijîn ku pêşeroja wî nediyar be, lewma ji bo vê yekê jî hemû alî dê dest bi gotûbêjan bikin.
Belên Ebdullah, Endamê Desteya Serokatiya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Civîna îro ya Serok Barzanî ligel partiyên Kurdistanê, civîneke serkeftî bû û tewerê civînê derbarê encamên serdana Serok Barzanî bo Amerîka û Ewropayê bû, û nêrîna hemû aliyan wergirt. Herwiha behsa naveroka civînên şanda Kurdistanê li wir hat kirin.”
Ebdullah wiha got: “Di vê civînê de behsa nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate kirin û ev mijar tewera sereke bû. Herwiha me behsa guhertina nêrîn û helwesta Amerîka li ser çarenivîsa Amerîkayê kir.”
Wî endamê Desteya Serokatiya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê wiha domand: “Iraq niha welatê herî şikestî ye li cîhanê û Herêma Kurdistanê jî ti berpirsyaretiya Iraqê helnagire. Di civîna îro de behsa wê yekê hat kirin ku êtir xelkê Kurdistanê nikarin di welatekî de bijîn ku pêşeroja wî nediyar be û ji pêşeroja xwe dilgiran be.”
Herwiha Belên Ebdullah ragihand: “Yek ji bijardeyên me ew e ku xelkê Kurdistanê ji mafê wan e ku biryarê li çarenivîsa xwe bidin û dê ji niha û pê de kar li ser wê yekê bikin.”




