26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sabîr: Yekhelwîsta aliyên siyasî xala bihêz a vê qonaxa Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê amaje bi wê yekê dike kurd sûdmend sereke ye eger ji aliyê yasayî ve kar bo navçeyên Kurdistanî were kirin. Herwiha dibêje, yekgirtûya aliyên siyasî yên Kurdistanê, dengê kurdan bihêz kiriye.

Hîwa Mîrza Sabir, Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Hemû pirsek divê bi yekrêzî û tevahî were nirxandin û biryar li ser were dan. Yekhelwîsta aliyên siyasî xala bihêz a vê qonaxa Kurdistanê ye, ku niha hikûmeteke binkefireh îdare dike. Niha pir bi cidî hatine pêşî bo danûstandin û gotûbêjê di civîna ligel Serok Barzanî.”

Sabir wiha got: “Hinek pirs hene li Herêma Kurdistanê ku em dest ji wan bernadin, bi taybetî navçeyên Kurdistanî û mijara mafê gelê kurd li Bexdayê, ku em di hemû civînan de tekez li ser mafê gelê kurd dikin.”
 

Nûçeyên têkildar