26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Hewlêrê 6 endamên DAIŞê hatin girtin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê eşkere kir ku li bajarê Hewlêrê 6 çekdarên DAIŞê hatine girtin ku hemû kurd in.

Encumena Asayişê îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku komeke terorîstî ya DAIŞê li bajarê Hewlêrê hatiye girtin û hemû planên wê komê hatine pûçkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ziman ku ew kom ji 6 kesan pêk tê û hemû jî kurd û xelkê Hewlêrê ne û wiha hatiye gotin: “Wan terorîstan li sûcên xwe mukir hatine û gotine ku li mizgeftan de bi hizra radîkaltiyê hatine perwerdekirin û tevlî DAIŞê bûne. DAIŞê ji wan re gotiye li bajarê Hewlêrê êrişên terorîstî bikin.”

Wê grûpa ku hatiye girtin û li ser “daxwaza” DAIŞê dixwstin karên “terorîstî” li Hewlêrê encam bidin, ji bo wê mebestê jî “18 bombe amade kiribûn û çend cihên sivîl diyar kiribûn ji bo encamdana karên terorîstî û têkdana rewşa aramiya Kurdistanê.”

Daxuyanî wiha berdewam dike: “Dezgehên sr bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve, berî ku ew grûpa terorîstî planên xwe yên qirêj cîbicî bikin, girtin û destdanîne ser tevaya madeyên teqîner.”
 

Nûçeyên têkildar