26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewlêr rojane 650 hezar bermîl petrol hinarde dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz bi bîr xist ku sala par di meha adarê de ji Iraqa Bakur nêzî 2 hezar û 300 warîl nefta xam hat Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Niha derket 650 hezar warîlan. Hedefa me ew e ku em ji milyonek warîlî derbas bibin."

Yildiz beriya ku beşdarî civîna danasîna "Projeya Gundê Terzî" ya ku bi destê Odeya Terzker û Konfeksiyonkeran ya Kayseriyê bibe, daxuyanî da rojnamegeran.

Yildiz wiha got: "Tirkiyeyê der heqê Iraqê de tiştek gotibû. Me gotibû ku 'Iraq çi qas bikaribe nefta xam û xaza siruştî, dewrî bazarên dereke bike, wê ew qas zûtir normal bibe'. Ne tenê herêm, di heman demê da Amerîkayê jî digel hin fikaran ev gotina me piştrast kir. Lewra me ya rast kir. Par di meha adarê da ji Iraqa Bakur nêzî 2 hezar û 300 warîl nefta xam dihat Tirkiyeyê. Niha jî derket 650 hezar warîlan. Ev rêje qismekî mezin ê tevahiya îxracata Iraqê ye ku rojane îxracat 2,7 milyon warîl e. Hedefa me ew e ku em ji milyonek warîlî derbas bibin." 

Yildiz got ku ji peydakirina neftê helwesta Tirkiyeyê ew e ku hem pêdiviya xwe ya neftê hem ya pêdiviyên welatên Ewropayê bi awayekî erênî tevbigerin û wiha dewam kir: "Ji Iraqê ji du boriyên ku mezinahiya wan 40 û 46 înç e re neft tê. Hûn dizanin ku hem nefta Bexdyê tê, hem ya Hewlêrê. Ji ber vê çendê ji hev ne cuda ne. Hemû dahat aîdê hemû gelê Iraqê ye. Di vê menê de Tirkiye ji bo hevgirtina siyasî ya Iraqê wek her dem ne tenê rêzê digre, di heman demê de nezaketê nîşan dide." 

Yildiz li ser biryara îdama Muhammed Mursî jî sekinî û got ku ev cezayê ku hatiye dayîn ji bo Misrê hem ji aliyê îslamiyetê ve hem jî ji aliyê mirovahiyê ve îmtihaneke pir girîng e ku tê da man.
 

Nûçeyên têkildar