Dizeyî: Hewlêr dixwaze Hikûmeta Bexdayê di civîna bê de rêkeftinê bi cî bike

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku, di wê civîna ku sibe sêşemê Hikûmeta Iraqê dê saz bike, gerek rêkeftina di navber Hewlêr û Bexdayê de bi cîh bike, ku dê pêngaveke girîng be. Herwiha hêvî xwest ku yasaya budceya sala 2015 bi cî bike.
Sefîn Dizeyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em dixwazin Hikûmeta Iraqê di civîna xwe ya sibe de nakokiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bike û para Herêma Kurdistanê ji budceya 2015an jê re bişîne, ku herdu alî li ser lihev kiribûn.”
Dizeyî wiha got: “Dibê ew rêkeftin berdewam be. Lê mixabin heta niha Hikûmeta Bexdayê bi cîh nekiriye.”
Hewlêr û Bexda lihev kiribûn ku, Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol bide Bexdayê û ji aliyê xwe ve Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê ji Kurdistanê re bişîne.




